Albayrak: "(Meqbûza e-Serbest Meslek) Erbabên meslekê serbest wê li çapxaneyan meqbûz nedin çapkirin. Bi vî awayî wê bi 100 milyon lireyî teserûf bê kirin."
"Pergala Qeydê ya Halê wê bi sepana e-belgeyê ra entegre be. Bi vî awayî wê manîpulasyonên di bihayên zevze û fêkiyan da bên şopandin."
"Di 5 salên di pêşerojê da em dixwazin 2 milyar lire çavkanî ji fonên sermayeya hilberîner ra peyda bikin."
"Di sepana krediyên ku ji xezîneyê piştgirî distînin da meha Mijdarê hecma kefaletê derket 320 milyar lireyî û hecma krediyê derket 367 milyar lireyî."
"Ji ber Pergala Sîgorteya Ticarî ya KOBÎyan ku dewlet piştgiriyê dide ji bona 5 hezar û 400 KOBÎyan 300 milyon lire temînat hat peydakirin."
AA