Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak got: "Di sala 2019an da emê 2,5 milyon îstihdama nû bikin rewacê."
Albayrak ji bo pakêta krediyê ya KOBÎyê jî wiha pê da çû: "Îro pê 67 hezar û 348 KOBÎyan 20,3 milyar lire kredî bi kar anîn. Paketa nû tê, emê vê hefteyê eşkere bikin."
Wezîr Albayrak qala pêşketina aboriyê kir û got: "Piştî hilbijartinê pêvajoyeke pir xurt a pozîtîf benda me ye."
AA