Ji Wezîr Soylu giştînameya "bihayên zêde"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ji walîtiyan ra giştîname şand û xwest ku li dijî kesên geşedanên kûrê ji xwe ra dikin firsend û bi zanetî bihayan zêde dikin tedbîrê hildin

Ji Wezîr Soylu giştînameya "bihayên zêde"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ji walîtiyan ra giştîname şand û xwest ku li dijî kesên geşedanên kûrê ji xwe ra dikin firsend û bi zanetî bihayan zêde dikin tedbîrê hildin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî hat diyarkirin Soylu ji walîtiyan ra giştîname şand û xwest ku li dijî kesên geşedanên kûrê ji xwe ra dikin firsend û bi zanetî bihayan zêde dikin tedbîrê hildin.

Di giştînameya ku Wezareta Karên Navxweyî ji walîtiyan ra şand da daxwaz hat kirin ku li dijî dezgehên ku stoqkariyê dikin û bihayan pir zêde dikin têkevin dewrê û ji bo kesên ku biha pir zêde kirine ji walîtiyan ra seba derxistina "fermana giştî" telîmat hat dayîn. Her wiha hat xwestin ku, yên guh nedin van fermanan der heqê wan da li gor Qanûna Qebehetan lêpirsîna edlî û îdarî bidin destpêkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Cotmeh 2018, 11:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE