Ji Wezîr Varank surprîza wesayîta xwemalî

Mustafa Varankê Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê jî wêneya wesayîta brandakirî ya xwemlî parve kir

Ji Wezîr Varank surprîza wesayîta xwemalî

Pişî ku Serok Recep Tayyîp Erdogan dîroka danasna wesayîta xwemalî eşkere kir Mustafa Varankê Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê jî wêneya wesayîta brandakirî parve kir.

Serok Erdogan li Malezyayê daxuyanî da rojnamevanan û got pîlan dikin ku di 27ê berfanbarê da li Gebzeyê wesayîta xwemalî bidin nasîn.

Piştî vê daxuyaniyê Wezîr Varank jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyê wesayîtên branda avêtine ser ên ew ê werin nasandin weşand.

Varank di peyama xwe da dîroka danasînê, etîketên wekî "TOGG", "Geliyê Zanistê" û "Hemleya Teknolojiya Neteweyî" parve kirin û 2 wêne weşandin.

Di wêneyên li ser wan logoya Koma Verberhênanê ya Texsiya Tirkiyeyê (TOGG) hebûn da Wezîr Varank, Rifat Hîsarcikliogluyê Serokê Lijneya Rêveberiya ya TOGGê, Taha Yasîn Ozturk û Tuncay Ozîlhanê alîkarên serokê Lijneya Rêveberiya TOGGê, Ahmet Nazîf Zorlu, Ahmet Akçayê ezayên lijneya rêveberiyê û Talîp Ozturkê Ezayê Lijneya Rêveberiya BMCyê jî cî girtin.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2019, 18:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE