Ji îxracata fêkiyên hişk di nîveka pêşî ya îsal de 755,9 milyon dolar dahat bi dest hat

Ji îxracata fêkiyên hişk di nîveka pêşî ya îsal de 755,9 milyon dolar dahat bi dest hat

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji daneyên Yekîtiyên Îxracatkarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAIB) berhev kirin, îxracata Tirkiyeyê ya fêkiyê hişkkirî roj bi roj zêde dibe.

Fîrmayên îxracatkar îsal di serdema çile-hezîranê de fêkiyê hişk firotin 149 welat û herêmên serbest.

Di vê serdemê de qebareya bazirganiya derve li gorî par ji sedî 10,6 zêde bû û sektorê bi qasî 755 milyon û 800 hezar dolar, dahat jê bi dest xist.

Berhema ku sektor herî zêde îxraca wê dike bi 208 milyon û 297 hezar dolarî mewijên (ên tirî) bê dendik in. Bi dû vê re bi 168 milyon û 370 hezar dolar mimişên hişk, bi 111 milyon û 457 hezar dolarî fisteqên Entabê, bi 103 milyon û 853 hezar dolarî jî hejîrên hişk tên.

Di îxracata fêkiyên hişk de di rêza serî de Yekîtiyên Îxracatkarên Egeyê heye. Ji aliyê endamên vê yekîtiyê ve bihayê 393 milyon û 657 hezar dolarî îxracat hat kirin. Yekîtiyên îxracatkarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAIB) bi 101 milyon û 191 hezar dolarî navê li rêza duyem nivîsand.

Bazara herî mezin ji bo mewîj û berhemên hişk ên Tirkiyeyê Almanya ye

Di serdema navborî de herî zêde îxracat bi 301 milyon û 28 hezar dolarî ber bi welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ve hat kirin. Di nava wan welatan de bi 101 milyon û 191 hezar dolarî Almanya di rêza serî de ye.

Bi dû Almanyayê de bi 75 milyon û 975 hezar dolarî Îngiltere tê. Di warê welatan de jî welatê ku di rêza sêyan cihê xwe girt DYA ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE