Kargeha tovê bi sertifîka

Pêşî tovê baş jê digrin paşê derman û torbe dikin.

Kargeha tovê bi sertifîka

Li Kurtalana Sêrtê cotkarekî dest bi hilberîna tovê bi sertifîka kir. Cotkar ji hilberîna bi qalîte kefxweş in.

Li Kurtalana Sêrtê dermanfiroş û cotkar Mehmet Zakir Tuna ji bo qalîteya hilberîna herêma xwe baştir bike kargeha tovê bi sertifîka vekir.

Tuna dixwaze bi tovê bisertîfîka mehsûlê herêmê zêde bike.

Cotkarê ku kargeh bi derfetên xwe vekiriye ji bo kargeha xwe mezintir bike ji devletê piştgiriyê dixwaze.

Cotkar pîştî mehsûlên xwe didin hev li kargehê tovê baş û biqalîtê vediqetînin.

Pîşt re tov tê dermankirin û torbekirin û ji bo serdemek din a çandiniyê tê depokirin.

Dîroka nûkirinê: 11 Hezîran 2019, 12:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE