Mecit Büyüksu li bajarokê bajirgeyê yê gevera colemêrgê, ev 10 sal in sebzeyên seraya xwe li xellê belav dike. Xêrwazê 66 salî ji bo sebzeyên xwe jî tu heqî nastîne.
Mecit Büyüksu li Bajirgeya bajarokê Gevera Colemêrgê dijî.
Beriya 10 salan bi armanceke cuda ji xwe re serayeke sebzeyan ava kir.
Büyüksuyê 66 salî di seraya xwe de ji xiyar û firingiyan heya bîber û bexdenûzan gelek zebzeyan diçîne.
Hemûyan jî ji bo xêra xwe, belaş dide xelkê.
Gelê Bajirgê him ji ked û sebzeyên wî gelek memnûn in, him jî jê re gelek spas dikin.