Kevirên Mêrdînê li dinyayê deng vedan

Ji Çînê bigirin heta Kanada û Îngilistanê tên îxrackirin

Kevirên Mêrdînê li dinyayê deng vedan

Karsaza Mêrdînê Yasemîn Kalya, kevirên Mêrdînê yên navdar dişîne çar aliyên dinyayê. Him kevirê herêmê dide nasîn him jî piştgiriyeke mezin dide ekonomiya bajêr.

Kevirên Mêrdînê yên navdar li dinyayê jî deng vedane.

Karsaza Mêrdînê Yasemîn Kalya kevirê herêmê ji Çînê bigirin heta Kanada û Îngilistanê îxrac dike.

Yayla got, “Taybetiya herî mezin a kevirê Mêrdînê ew e ku ji sedî 90ê wî ji kalsîyumê pêk tê. Him di cemedê de him jî di germê de xaniyan diparêze. Xaniyên ku bi kevirên me hatine çêkirin bi sedan sal sexlam dimînin. “

Kevirê Mêrdînê him ji bo memleketên germ him jî ji bo cihên sar kevirê herî baş e.

Ji bo vê yeke jî ji bakur heta başûr, gelek dewlet keviran ji Tirkiyê îthal dikin.

Bi saya karsaza jin, kevirê Mêrdînê li çar aliyên dinê tê nasîn.

Dîroka nûkirinê: 23 Tebax 2019, 16:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE