Komîsyona diyarkirina mehaniya kêmtirîn ji bo mehaniya kêmtirîn a sala 2019an de diyar bike cara duduyan civiya. Mijara civînê ekonomiya welêt bû.
Nûnerên kardêr, karker û hikûmetê ji bo diyarkirina mehaniya kêmtirîn li TİSK’ê civîna xwe ya duduyan kirin.
Di civînê de nûnerên Wezareta Bazirganiyê û yên Xezîne û Darayiyê bi aliyan re daneyên aboriya welêt parve kirin.
Di komîsyonê de li ser navê hikûmetê Midûra Giştî ya Kar û Xebatê Nurcan Önder heye.
Türk İş li ser navê karkeran tevlî civînê dibe û dixwaze mehaniya kêmtirîn ji 2 hezar lîreyî zêdetir be.
Türk İŞ dibêje divê ferqa enflasyonê ku ji sedî 25 e û para xurtbûna welêt jî bê dayîn.
Sendîqeya Karsazên Tirkiyê jî dixwaze piştgiriyên dewletê dewam bikin.
Mehaniya kêmtirîn ji bo kesên azeb niha hezar û 603 lîre û 12 qirûş e.
Komîsyona mehaniya kêmtirîn civîna xwe ya ewil di 6ê Kanûnê de kiribû.