Bi pêşengıya Qeymeqamiya Midyatê; rayedarên bajêr, nûnerên saziyên sivîl û karsaz hatin ba hev û komxebatek hat lidarxistin. Beşdaran ji bo pêşketina bajêr fikr û ramanên xwe anîn ziman.
Komxebata ji bo Pêşketina Herêmê bi pêşengiya Qeymeqamiya Midyatê di otelekê de hat lidarxistin.
Rayedarên bajêr, akademîsyenên ji Zanîngeha Artukluyê, nûnerên saziyên sivîl, endamên komeleyan, mixtar û karsaz beşdarî komexebatê bûn.
Pirsgirêkên Midyatê hatin diyarkirin û mêvanan ji bo çareseriyê pêşniyazên xwe gotin.
Beşdaran ji bo navçeya Midyatê bi pêş bikeve û hejmara turîstan zêdetir bibe fikr û ramanên xwe anîn ziman.
Piştî xebatan nexşerêyek hat amadekirin û ev nexşerê wê bê tetbîqkirin.