Li Mehserta Mêrdînê bi hevkariya Walîtî, Qeymeqamtiya navçeyê û Zanîngeha Artukluyê ji bo îstihdam û pêşketina navçeyê komxebateke taybet hat kirin. Di çarçoveya komxebatê de ji bo pêşketina navçeyê hin pêşniyazên zanistî û tespîtên taybet hatin kirin.
Li Mêrdînê ji bo pêşketina herêmê xebatên taybet tên kirin.
Herî dawî li navçeya Mehsertê komxebatek hat lidarxistin.
Komxebat bi hevkariya Walîtî, Qeymeqamtiya navçeyê û Zanîngeha Artukluyê hate kirin.
Rayedar, akademîsyen û siyasetmedar beşdarî komxebatê bûn.
Di komxebatê de ji bo pêşketin û îstihdama li navçeyê hin pêşniyazên zanistî û tespîtên taybet hatin kirin.
Xebatên zanistî û tespîtên taybet wê ji aliyê Zanîngeha Artukluyê ve wek rapor bê amadekirin.
Rapora zanîngehê jî wê ji bo xebatên di rojên bê de bibe rêbereke giring.