Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat Bîlgîn diyar kir ku wê îkramiyeya 12 milyon teqawîdan a Eyda Qurbanê di navbera 13-16 Tîrmehê da razînin ser hesabên wan.
Wezîr Bîlgîn der heqê îkramiyeyên Eyda Qurbanê yên teqawîdan da daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da Bîlgîn got ku îkramiyeyên 12 milyon teqawîdan wê di navbera 13 û 16ê Tîrmehê da razînin.
Bîlgîn destnîşan kir ku îkramiyeyên Eyda Qurbanê û mehaniya bizem a teqawidên SSKyî wê di navbera 13 û 14ê tîrmehê da û ya teqawidên Baxqurî jî di 16ê tîrmehê da wê bê razandin.
AA