Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê diyar kir, îkramiyeyên Eyda Qurbanê yên nêzî 12 milyon teqawidan, wê di navbera 17-29ê tîrmehê da werin razandin.
Selçukê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, ji bo ku teqawid û xwedîmaf di dîrokên cuda cuda da neçin bankeyê û mexdûr nebin, îkramiyeyên Eyda Qurbanê wê bi mehaneyên teqawidan ra li ser hesaban were razandin.
Wezîr Selçukê wiha dewam kir:
"Îkramiyeyên Eyda Qurbanê yên nêzî 12 milyon teqawidên me wê di navbera 17-29ê tîrmehê da werin razandin. Îkramiyeyên Eyda Qurbanê wê bi mehaneyên bizem ên tîrmehê ra ji teqawidên SSKyî ra di navbera 17-26ê tîrmehê da, ji teqawidên Bagkurî ra di navbera 25-28ê tîrmehê da werin razandin. Ferqa meha tîrmehê ya dikeve çarçoveya Sandiqa Teqawidê wê bi îkramiyeya meha tebaxê û Eyda Qurbanê va bê dayîn."
AA