"Krediya Hilmê ya TOBBê" dîsa di dewrê da ye

Serokê TOBBê Rifat Hisarciklioglu: "Em ji îro pê va Krediya Hilmê ya TOBBê dixin dewrê. Bo kargehan di ser 6 milyar lireyî da derfeta krediyê dê were dayîn"

"Krediya Hilmê ya TOBBê" dîsa di dewrê da ye

Serokê Yekîtiya Ode û Borseyên Tirkiyeyê (TOBB) Rifat Hisarciklioglu got, "Me biryar da ku em ji bo kargehên xwe ku pirsgirêka wan a herî mezin fînansman e, destê xwe bixin binê bar. Ji bo vê yekê jî em ji îro pê va Krediya Hilmê ya TOBBê dixin dewrê."

Civîna danasîna "Krediya Hilmê ya TOBBê" ku bi hevkariya TOBB, Denizbank û Fona Garantiya Krediyê (KGF) hat cîbicîkirin, li navenda yekîtiyê bi beşdariya Midûrê Giştî yê Denizbankê Hakan Ateş hat kirin.

Hisarciklioglu di axaftina xwe ya li vê derê da bal kişand ku wan ji bo kargehan pêngaveke nû avêt û wiha dewam kir:

"Em ji îro pê va Krediya Hilmê ya TOBBê dixin dewrê. Bo kargehan di ser 6 milyar lireyî da derfeta krediyê dê were dayîn. Faîz dê sedî 7,50 be. Endamekî me herî zêde dê bikaribe 100 hezar lire kredî biemilîne. Ev reqam dê li gorî parêzgehan di navbera 50 hezar û 100 hezarî da biguhere. Ji bo me ya girîng ew e ku di 2020an da pereyê sereke û faîz dê neyê wergirtin. Endamê me yê ku dê krediyê werbigire, dê ji bo sala 2020an rêya banqeyê ji bîr bike, dê krediyê di sala 2021an da bi 12 texsîtên wekhev va bide."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE