Maweya rûxsata lêgerîna petrolê ya Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) ya li Batman, Mêrdîn û Sêrtê heya 11ê Tîrmeha 2024an hat dirêjkirin.
Îlana Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Maden û Petrolê ya Wezareta Vejen û Çavkaniyên Siruştî ya li ser mijarê di hejmara îro ya Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Li gorî vê, maweya lêgerîna petrolê ya TPAOyê ya li Batman, Mêrdîn û Sêrtê ya ku 15 hezar û 297 hektar erdî li xwe digire, heya 11ê Tîrmeha 2024an hat dirêjkirin.
AA