Li Agiriyê Karsazan ji bo hevkariyê bang kir

"Divê em alîkariya hev bikin da ku ji vê krîzê derkevin xweşiyê"

Li Agiriyê Karsazan ji bo hevkariyê bang kir

Karsazên Agiriyî ji bo erzanî çêbibe û stoq neyê kirin, daxuyanî dan. Serokê ATSO’yê Saim Alparslan jî bang kir û got, alîkariya hev bikin da ku ev krîz bi dawî bibe.

Dowîz daket, lê hêj hin peydakar û marketên zincîr bihayan erzan nakin.

Ji bo stokkarî neyê kirin û erzanî çêbibe karsaz bang dikin ku piştgiriyê bidin vê yekê.

Serokê ATSO’yê Saim Alparslan jî diyar kir ku ji ber stokkariyê ew nikarin berheman bibînin.

Alparslan got divê pêşî di warê xurek û tenduristiyê de stokkarî xelas bibe û erzanî çêbibe.

Dermansaz Mehmet Akbaş jî got di warê peydekirina dermanan de pirsgirêk hene.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE