Hejmara bircên sondaja petrolê ya ku li Amerîkayê ji bo hilberîna petrolê û nêrîna endustriya petrolê wekî nîşan tê qebûlkirin vê hefteyê kêm bû.
Li gor daneyên Baker Hughesa saziya xizmetên qada petrolê, di navbera 8-14ê hezîranê da hejmara bircên sondaja petrolê yên Amerîkayê li gor hefteya beriya xwe 1 kêm bû û dakete 788 heban.
Petrol brent roja pêncşemê bi 61,67 dolarî hatibû firotin û duh jî herî dereng derketibû 62,30 dolarî. Li Teksasa Rojava bihayê warêla petrola xam di dawiya rojê da bi 52,54 dolarî hat firotin.
AA