Li atolyeya cilan êdî bervangên cerahî didûrin

Bi piştgiriya İŞKUR’ê 60 kes bi vê atolyeyê debara xwe dikin.

Li atolyeya cilan êdî bervangên cerahî didûrin

Di pêvajoya koronavîrûsê de tu sîparîş negirtin û bêçare karê xwe dan sekinandin. Karsazê Muşî Bûnyamîn Demîrel kargeha xwe negirt û dest bi dirûna bervangên tibbî kir. Niha her meh bi hezaran bervangî îxracî derwelêt dike.

Li vê atolyeya li Muşê, beriya şewba koronavîrûsê cil dihatin dirûtin.

Lê ji ber ku piştî şewbê sîparîşên cilan nehatin, karê wan jî sekinîbû.

Xwediyê atolyeyê Bûnyamîn Demîrel jî ji bo ku kargeha xwe negire dest bi dirûtina bervangên tibbî kir.

Li vê atolyeyê rojê 5 hezar bervangên tibbî tên dirûtin.

Piraniya wan jî îxracî derwelêt dikin.

Xebatkarên atolyeyê gelek kêfxweş in ku atolye nehat girtin û li ser karê xwe ne.

Bi saya karsazê jêhatî û piştgiriyên İŞKUR’ê 60 kes bi vê atolyeyê debara xwe dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE