Li Batmanê fabrîkayên nû wê bên çêkirin

Li Sanayiya Batmanê êdî wê 20 hezar kes bişixulin

Li Batmanê fabrîkayên nû wê bên çêkirin

Deşta Batmanê di sanayîyê de bi pêş dikeve. Herêma pîşesaziya organîze tê mezinkirin, êdî 20 hezar meriv dê li wir kar bike. MÜSİAD’ê jî bona vê yekê civînek saz kir…

Niha şeş hezar meriv tê de dixebitin…

Lê gava temam bû 20 hezar însan dê debara xwe li vir bike…

Herêma Pîşesaziya Organîze ya Batmanê tê mezinkirin.

Walîtiyê 4 hezar dekar qad bi ser Sanayîyê ve berda, seba wê karsaz li hev civandin.

Komeleya Karsazan MÜSİADê jî bona pêşveçûna pîşesaziyê civînek çêkir. Ji 14 bajarên herêmê karsazan bere xwe da Batmanê.

Batman nêzîkî Sûriye, Irak û Îranê ye. Tiştên kul i wir bên çêkirin, bi rehetî dikarin bên îxrackirin jî. Ji loma, karsazan ji bo şirîkiya projeyên nû şêwr û mişêwr jî kirin…

Di dawiya civînê de li ser Qanûna Parastina Agahiyên Şexsî semînerek jî hat lidarxistin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE