Li Batmanê ji İş-Kurê bo 2 hezar kesî kar

Li Batman û navçeyên wê, 2 hezar kes dê bibin xwedî kar...

Li Batmanê ji İş-Kurê bo 2 hezar kesî kar

İŞKÛR li çar aliyên welêt îstîhdamê pêşve dibe. Li batman û navçeyên wê jî, 2 hezar kesî wê di çarçoweya bernameya îşkûrê de bigre kar.

ÎŞKUR li batman û navçeyên wê, 2 hezar kesî dê bike xwedî kar. 2 hezar kes ji bo 6 mehan wê di saziyên cuda yên kamûyê de bixebitin.

Qerebalixeke mezin li ber deriyê avahiya îşkurê ya Batmanê kom bû û yek bi yek serlêdanên xwe kirin.

Midûrê Îşkûrê yê Batmanê Besim Eviz bangî bêkaran kir ku bêne avahiya navendê û serlêdanê bikin.

Li herêmê gelek betal hene û dixwazin di van mehên zivistanê de ji xwe re karekî peyda bikin, da ku bikarin debara xwe bikin.

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE