Li Batmanê piştgiriya heyama şewbê

İŞ-KUR’Ê di heyama şewbê de 103 milyon lîre piştgirî da welatiyan

Li Batmanê piştgiriya heyama şewbê

Şaxa İŞ-KURê ya Batmanê di heyama şewba vîrûsa koronayê de 103 milyon lîre piştgirî da welatiyan. Midûrê ÎŞ-KUR’ê Besim Eviz got li bajêr hete niha ji 21 hezar kesî re alîkarî hatiye kirin.

İŞ-KUR’ê di heyama vîrûsa koronayê de li çar aliyên welêt piştgiriyeke mezin da welatiyan.

Tenê li Batmanê 103 milyon lîre piştgirî hate dayîn.

Piştgirî wek heqê xebata kin, wek sîxorteya bêkariyê û alîkariya neqdî hate dayîn.

Midûrê Şaxa İŞ-KUR’Ê Besim Eviz got,”Saziya me di heyama pandemiyê de piştgirî da 21 hezar welatiyên me.”

Di heyama pandemiyê de İŞ-KUR’ê piştgirî da gelek projeyên nû jî. Piştgiriya ku îşkur dide projeyan hêj jî dewam dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE