Şirîkatiya Anonîm a Neftên Tirkiyeyê ragıhand; kalîteya nefta ku ji bîra Gûnyurdu-1ê tê derxistin 11 bêhnok 8 gravît e. Li herêmê jı bo ceribandinê hilberînê dest pê kir. Gundiyên Nisêbînê bi vê xeberê gelek şa bûn.
Şirîkatiya Anonîm a Neftên Tirkiyeyê ev demek e li ber sînorê Tirkiye û Sûriyeyê, li herêma Nisêbîna Mêrdînê li neftê digere.
Di xebatên sondajê de 3 kîlometreyan dûrî sînor, di bîrekê de, neft hate dîtin.
Bi vê xeberê zêdetir jî ciwan şa bûn.
Di lêkolînan de derket ku giraniya neftê 11 bêhnok 8 gravît e.
Ji bo ku kalîteya wê baş e, li herêmê ji 9ê Kanûnê û vir ve hilberîna testê tê kirin.