Li Diyarbekirê navenda tekstîlê tê avakirin

Li tekstîlkentê wê 10 hezar kes werin îstihdamkirin

Li Diyarbekirê navenda tekstîlê tê avakirin

Xewn û xeyalên Diyarbekiriyan pêk hatin. Serok Recep Tayyîp Erdogan projeya tekstîlkentê îmze kir û herêma pîşesaziya tekstîlê jı îxtîsasê re vedibe. Fîrmayên mezin wê li Amedê fabrîkayan vekin û 10 hezar kes jî wê bibin xwedî kar.

Diyarbekir dibe navenda tekstîlê. Li bajêr xebatên 5 salan bi dawî bûn û Hêrêma Pîşesaziya Organîzeyê ya Tekstîlê ji Îxtisasê re vedibe.

Piştî ku Serok Recep Tayyip Erdogan ‘Projeya Tekstîlkentê’ îmze kir û pê ve li Amedê kelecan zêde bû.

Walî Hasan Basrî Guzeloglu bi serokên odeyên pîşesaziyê re derket hemberî kamereyan û mizgîni da gel.

Walî Guzeloglu diyar kir ku 49 fîrmayên mezin bi 252 milyon lîreyî serlêdana Tekstîlkentê kirin.

Bi vê projeya girîng wê êdî pembûyê herêmê li Diyarbekirê were hunandin û ji wan jî berhemên cûda werin hilberîn.

Serokê Komeleya Pîşesaziya Tekstîlê û Karsazan a Başûrê Rojhilat Îhsan Ogurlu got bi saya veberhênanên tekstîlê wê 10 hezar kes bibin wedî kar.

Walî Hasan Basrî Guzeloglu diyar kir ku ji xeynî Tekstîlkentê wê ‘Gundê Lojîstikê’ jî vebe.

Walî Guzeloglu got, “Li ser 299 donimî wê gundê lojîstêkê were avakirin. Wê 60 depoyê mezin werin danîn. Nêzî 4 hezar kes wê were îstîhdamkirin. Piştî aramî û ewlehiyê gelek karsaz dixwazin veberhênanên xwe li Diyarbekirê bikin.”

Serokê Odeya Pişesazî û Bazirganiyê Mehmet Kaya jî destnîşan kir ku îxracata Amedê her ku diçe zêde dibe.

Serokê Odeya Pişesazî û Bazirganiyê Mehmet Kaya got, “Di meha Çilê û Îlonê de 149 milyon dolar îxracat hat kirin. Bi alîkariya wezaretê wê li Tirkiyê “Mala Piştgiriya Îxracatê’ li Diyarbekir were vekirin.”

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2018, 17:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE