Li Ewropayê bihayê xazê ji sedî 60 zêde bû

Li Ewropayê bihayê xazê ji sedî 60 zêde bû

Ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê li Ewropayê bihayê megavatsaeta xaza siruştî îro nêzî ji sedî 60 zêde bû û bû 194 ewro.

Li Ewropayê navenda herî girîng a bazirganiya xaza siruştî ya sanal TTFya Hollandayê ye. Di TTFyê da bihayê kontratên biwe'de ên nîsanê duh 121,7 ewroyî va roj temam kiribû.

Bihayê kontratên xaza siruştî îro li gor saeta Tirkiyeyê di 12.05ê da derket 194 ewroyî.

Li gorî duh li Ewropayê xaza siruştî ji sedî 60 zêde bû.

Ji ber şerê Rûsya-Ukraynayê, tengavkirinên aborî yên dijî Rûsyayê û peydakirina xaza siruştî biha zêde dibin.

Welatên Yekîtiya Ewropayê nêzî ji sedî 40ê xaza siruştî ji Rûsyayê dikirin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE