''Li gor armanca îstiqrara bihayê, hemû navgînên polîtîkayê wê bibiryarî bêne bikaranîn''

Serokê BNKTyê Nacî Agbal: "Di polîtîkaya pereyê da li gor çarçoveya rêbazên zelalî, hesab dayîn û pêşbînîtiyê ragihandin wê bê xurtkirin."

''Li gor armanca îstiqrara bihayê, hemû navgînên polîtîkayê wê bibiryarî bêne bikaranîn''

Serokê Bankaya Navendî ya Komara Türkiyeyê (BNKT) Nacî Agbal daxuyand li gor armanca îstiqrara bihayê, hemû navgînên polîtîkayê wê bibiryarî bêne bikaranîn.

Agbal di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got wek Bankaya Navendî armanca wan a sereke ew e ku ew îstiqrara bihayê pêk bînin û vê biparêzin, li gor vê armancê jî hemû navgînên polîtîkayê wê bibiryarî bêne bikaranîn.

Agbal anî ziman di polîtîkaya pereyê da li gor çarçoveya rêbazên zelalî, hesab dayîn û pêşbînîtiyê ragihandin wê bê xurtkirin û wiha dewam kir: "Heta civîna Lijneya Polîtîkaya Pereyê ya ku wê di 19ê Mijdarê da çêbibe rewşa heyî û hêvî wê bên nirxandin, geşedan wê ji bêz va bên şopandin. Li gor van nirxandin û daneyên hatin bidestxistin biryarên polîtîkayê yên hewce dikin wê bên dayîn."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE