Li herêmê atolyeyên tekstîlê

Bi sedan karker êdî ne li xeribiyê li bajarên xwe dixebitin

Li herêmê atolyeyên tekstîlê

Berê ji bo xebat û şixulê xelk diçû Anadolê û bajarên mezin. Lêbelê piştî teşwîqan li herêmê sektora tekstîlê her sal bi pêş ve diçe û mezintir dibe. Niha bi hezaran kes li bajarê xwe dixebitin.

Li bajarên herêmê bi saya piştgiriya dewletê, sektora tekstîlê her ku diçe mezintir dibe. Mûş jî ji wan bazaran yek e.

Di fabrîkayên tekstîlê de gelek Mûşî dixebitin. Bi vî awayî him aboriya bajêr bi pêş dikeve him jî welatî ji xwe re kar dikin.

Xebatkar êdî şûna ku biçin li xerîbiyê bixebitin li bajarê xwe nêzî mal û malbata xwe dixebitin.

Niha halêhazir li vê atolyeyê 100 kes têne îstihdamkirin û çav li rê ne ku ev hejmar zêde bibe.

Dîroka nûkirinê: 04 Tîrmeh 2019, 11:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE