Li herêmê piştgiriyên dewletê

Bi hîbeyê gova çêlekan ava kir, niha her roj 300 lître şîr difiroşe…

Li herêmê piştgiriyên dewletê

Dewlet li herêmê gelek piştgiriyan dide cotkar û xwediyên heywanan. Veli Kaya jî di sala 2018an de bi saya piştgiriya hîbeyê ji xwe ra gova çêlekan ava kir. Kaya niha ligel malbata xwe di wê govê de dixebite û her roj 300 lître şîr difroşe.

Veli Kaya li gundê Tatanê yê li ser navçeya Vartoyê dijî. Kaya di sala 2018an de piştgiriyeke ji sedî 50 wek hibe stand û ji xwe re gova çêlekan ava kir.

Kaya niha ligel 3 kur û 3 bûkên xwe di govê de dixebite û nêzî 50 heywananên wî hene.

Xwediyê heywanan Veli Kaya dibêje pirsgirêka me ya firotinê tune û em her roj nêzî 300 lître şîr difiroşin.

Dewlet li herêmê, di çarçoweya Projeyên Pêşxistina Herêma Rojhilatê Anadoluyê de gelek piştgiriyan dide cotkar û xwediyên heywanan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE