Li Kahtaya Adıyamanê çandiniya zeytûnan roj bi roj zêde dibe. Bi taybetî jî piştî ku li navçeyê fabrîkaya zeytê hat vekirin, cotkaran zêdetir bala xwe da ser vî karî. Xwediyê fabrîkaya zeytê dibêje: “heke wisa biçe herêma me jî wê bibe navendeke zeytûnan.”
Li Kahtaya Adıyamanê piştî çandiniya behîv û henaran, çandiniya zeytûnan roj bi roj zêdetir dibe.
Bi zêdebûna çandiniya zeytûnan, li navçeyê fabrîkaya zeytê hat avakirin.
Cotkarên ku heta niha ji bo derxistina zeytê, zeytûnên xwe dibirin bajarên din, êdî wê li navçeya xwe vî karî bikin.
Xwediyê fabrîkayê dibêje: “Bi avakirina vê tesîsê, cotkarên me wê zêdetir çandiniya zeytûnan bikin.