Li Mûşê bi piştgiriya dewletê heywandarî zêde dibe

Li Mûşê bi piştgiriya dewletê heywandarî zêde dibe

Li Mûşê bi piştgiriya dewletê di salên dawîn da jimara dewaran zêde bû.

Li gundê Muratgorenê bi piştgiriya dewletê çêwlika heywanên seba qurbanê hat avakirin. Midûrê Bajêr ê Çandinî û Daristanê Mehmet Gun li çêwlikê geriya û der heqê xebatan da agahî hilda.

Midûrê Bajêr ê Çandinî û Daristanê Gun daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku Mûş di xwedîkirina dewaran da pêş ket.

Gun daxuyand, li tevahiya bajêr 335 hezar û 798 serî dewar hene û wiha dewam kir:

"Li bajêr salê 10 hezar ton goşt û 320 hezar ton şîr tê. Hebûna heywanan piştgiriyeke girîng dide aboriya bajêr. Li gor salên berê li bajarê me xwedîkirina dewaran zêde bûye. Bi pêşîlêgirtina hişkbûna golikan va jimara heywanan zêde bû. Ji bo ku xwedîkirina dewaran zêde bibe, dewlet piştgiriyê dide rêncberan. Em serê dewarê dora 1000 lireyê piştgiriyê didin. Ji bo heywanên ku li Saziya Goşt û Şîr tên şerjêkirin jî 2 hezar û 500 lire piştgirî tê dayîn.

Mehmet Tekînê ku li gundê Gokyaziyê yê li ser navçeya Haskoyê rêncberiyê dikin jî got ku bi piştgiriya dewletê li gor salên borî jimara dewarên gund zêde bû.

Tekîn daxuyand, li gund 1250 serî dewar hene û wiha dewam kir, "Li gund ji dewaran nêzî 9 tonî şîr tê dotin. Rêncber şîrê xwe difroşin mandireyan."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE