Li Mûşê kar û barê tekstîlê

Bi tekstîlê her sal 200 milyon lîre tê bajêr.

Li Mûşê kar û barê tekstîlê

Li Mûşê sektora tekstîlê bi pêş ketiye û di warê îstihdamê de di rêza yekemîn de ye. Bi saya sektorê her sal 200 milyon lîre tê bajêr. Li bajêr di rojên pêş me de 5 kargehên din ên tekstîlê jî wê bikevin fealiyetê.

Li Mûşê cur bi cur berhemên tekstîlê tên çêkirin.

Sektora tekstîlê li bajêr di warê îstihdamê de di rêza ewil de ye.

Li bajêr mezin û biçûk 33 fîrmayên tekstîlê dixebitin, 3 hezar kes di vê sektorê de tê îstihdamkirin.

Bi saya sektora tekstîlê her sal 200 milyon lîre tê bajêr.

Di rojên pêş me de 5 kargehên din ên tekstîlê jî wê werin vekirin.

Bi saya wan, hejmara xebatkarên sektorê wê bibe 5 hezar.

Piştgiriya dewletê jî ji bo sektorê heye û ji bo îstihdamê sektoreke hêja ye.

Cil û bergên li vir tên çêkirin tên îxrackirin jî.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE