Walitiya Mûşê ji bo ekonomiya bajêr baş bibe projeyeke hevpar li dar xist. Li bajêr bi navê Sultan Alparslan navenda tekstîlê hat avakirin. Dê hemû fîrma û atolyeyên tekstîlê li vê navendê xebatên xwe bikin.
Ji bo fîrma û atolyeyên tekstîlê yên li Muşê navenda tekstîlê hat avakirin.
Navenda bi navê Sultan Alparslan bi piştgiriya Walîtî û Şaredariya Mûşê hat çêkirin.
Bi vê projeyê, fîrmayên ku li ser tekstîlê dixebitin wê li heman navendê xebatên xwe bikin.
Bi saya vê projeyê fîrma wê di nav xwe de bi awayekî organîze bixebitin.
Çav li rê ne ku li navênde 10 hezar karker bên îstihdamkirin.
Bi vî awayî him hilberîn him jî firotin wê bileztir û zêdetir bibe.