Li Muşê fabrîqe ya ku bi piştgiriya dewletê vebû ji 25 welatan ra îxracatê dike

Li Muşê fabrîqeya tekstîlê ku bi piştgiriya dewletê vebû, cil û bergên werzişê îxracî 25 welatan dike.

Li Muşê fabrîqe ya ku bi piştgiriya dewletê vebû ji 25 welatan ra îxracatê dike

Fabrîqe bi piştgiriya Ajansa Pêşketinê ya Rojhilatê Anadoluyê (DAKA) di 2009an da li taxa Nû ya li ser navendê li ser 8 hezar qeremêtreyî hat avakirin û 700 kes tê da tên îstixdamkirin. 

Midûrê Muhasebeyê yê Fabirqeya Tekstîlê Bîlal Buyukozer daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir, wan 11 sal berê bi piştgiriya dewletê fabirqe ava kir û tê da berên werzişê çêdikin û van beran Amerîka, Almanya, Fransa, Belçîka, Norwec, Çîn, Japonya jî tê da îxracî 25 welatan dikin.

Buyukozer diyar kir, wan fabirqe mezin kir û jimara îstixdamê jî zêde kir û wiha dewam kir:

"Di serî da 185 kes di vê derê da dixebitîn û paşê ev jimar derket 700î. Sedema herî mezin a zêdekirina îstixdamê piştgiriya dewletê ye. Ji dervayî welêt gelek sparîş ji me ra tên. Em ji teşwîq û piştgiriya hîbeyê ya dewletê jî mifadar bûn. Ji ber vîrusa koronayê ya nû me mecbûrî mehekê navber da xebatê. Bi pêvajoya normalîzebûnê ra me cardin dest bi hilberînê kir. Em salê nêzî 30 milyon lire piştgiriyê didin aboriya Muşê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE