Li Muşê hilberîna silqan

Li gorî texmînan wê îsal bi qasî 350 milyon lîreyî silq bê berhevkirin.

Li Muşê hilberîna silqan

Li herêma Mûşê dema berhevkirina silqên şekir e. Li gorî texmînan silqên îsal wê bi qasî 350 milyon lîre tevkariyê bidin aboriya welêt.

Îsal tenê li Mûşê 56 hezar û 500 donim silqên ji bo şekir hatin çandin.Niha jî dema berhevkirina silqan e.

Welatî pêşî silqên xwe berhev dikin, dûv re dibin fabrîqeya şekir.

Silq li fabrîqeyê piştî hin pêvajoyan dibe şekir û dikeve tûrikan.

Li gorî texmînan wê îsal bi qasî 350 milyon lîreyî silq bê berhevkirin.

Li Mûşê ji ber ku dewlet piştgiriyeke baş dide cotkaran, her ku diçe çandina silqên ji bo şekir zêdetir dibe.

Midûrê Giştî yê Fabrîkaya Şekir Turgut Kızılkaya got, ‘’Ev kampanyaya me di salan 40an de ye. Piştî 4-5 rojên din wê kampanyaya me biqede. Hêviya me ew bû ku nêzîka 300 hezar ton silq em bigrin. Lê belê ji ber ku şilî ne bariya û bendav ziwa bûn silqê me hinekî kêm hat. Li gor texmîna me îsal 270 hezar ton wê biqede.’’

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE