Li pey xeyalên xwe ket

Ewilî di şirketê de xebitî, piştre hewl da û bû xwediyê wê şirketa navneteweyî

Li pey xeyalên xwe ket

Fesîh Zekî Mert di sala 2002an de ji Çewligê çû xerîbiyê. Li Kanadayê di fîrmayeke înşaetê de xebitî. Di nav 5 salan de bû xwediyê şirketê. Karsazê Çewligî niha li bajerê xwe veberhênan dike.

Fesîh Zekî Mertê ji navçeya Kanîreşa Çewligê di sala 2002an de ji bo xwendinê çû xerîbiyê.

Li Îngilistanê zanîngeh qedand û çû Kanadayê. li wê derê jî di firmayeke înşeatê de dest bi kar kir.

Karsaz Zekî Mert got, ”Malbata min feqîr bû. Ez jî ji bo xebatê çûm derwelêt. Min her tim dixwest ez karekî navneteweyî bikim û xizmetê bidim welatê xwe. Hemd ji xwedê re ez gihaştim xeyalên xwe.

Karsaz Zekî Mert çend sal in li Türkiyeyê jî înşaetan çêdike. Gelek însan di van înşeatan de dixebitin.

Karsazê Çewligî li bajarê xwe 5 heb pirtûkxane jî çêkirin. Mert di heman demê de şîretan li ciwanan dike.

Mert got, ‘’Ez ji Çewligê derketim û li Ewropayê bûm xwediyê fîrmayeke navneteweyî. Bila ciwan bi xwe bawer bin û ji bo xeyalên xwe bixebitin. Ez dibêjim ew ê bi ser kevin.”

Karsaz Zeki Mert dibêje ez ê ji bo bipêşxistina bajarê xwe xebatên xwe bidomînim.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE