Li Şirnexê mêşvan ji ber bihabûna şekirê hûr ketin zorê. Ji bona vê federasyona TAHAP’ê li navçeya Qilebanê 570 torbe şekir belav kirin. Hin mêşvanan qet pere neda, hin mêşvanan jî li gorî piyaseyê tenê nîvê heqê tûrikê şekir da.
Li Qilebana Şirnexê ji ber ku giran bûn gelek mêşvanan nikaribû ji piyaseyê şekirê hûr bikire.
Ji ber vê Federasyona Çandinî, Heywandarî û Mêşvaniyê ya Tirkiyê (TAHAP) kete dewrê.
Federasyonê li navçeyê 570 tûrik şekirê hûr da mêşvanan.
Hin mêşvanan qet pere neda, hin mêşvanan jî li gorî piyaseyê nîvê heqê şekir da.
Hat eşkerekirin ku wê di rojên bê de nêzî 27 hezar ton şekir bê belavkirin.
Mêşvan dibêjin ji bo mêşên hingiv birçî nemînin şekir gelek lazim e.