Li deşta Qosera Mêrdînê rakirina pembû dest pê kir. Lê cotkar, li gor salên berê ji bihayê pembû gilî û gazinan dikin. Lewra pereyê ku wê bikeve destê wan têrî mesrefa wan jî nake. Ji bo wê ji rayedaran alîkariyê dixwazin.
Li deşta Qoserê rakirina pembû dest pê kir.
Pembûyê ku li 190 hezar donim erdî hatiye çandin, bi saya bîçeran tê rakirin.
Cotkarên herêmê ji rekolteya îsal gelek memnûn in.
Lêbelê ji daketina bihayê pembû gilîdar in.
Hilberîner ji bo alîkariyê bangî rayedaran dikin û dibêjin.”Bihayê pembû li gorî par gelek kêm e û ger wiha biçe ê zirar bikin.”