"Rêziknameya Guherandina Rêziknameya Etîketên Bihayê" ya Wezareta Bazirganiyê di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Li gor vê di etîketên malên li Tirkiyeyê hatine çêkirin da mecbûriyet hat ku îşaret, logo û şiklên ku Wezaret tesbît kirine werin bikaranîn.
Wekî mayîn mecbûriyetek jî hat anîn ku reqem û herfên pê biha û terîfeyên li ser etîketan hatine nivîsandin tam werin xwendin, kêmasiya wan tunebe, agahiyên rast bin û nebin sedema tevliheviyê, û agahiyên hişê merivan tevlihev dikin jî li ser tunebin.
Tetbîqkirin 15 roj şûnda dest pê dike
Etîketên werin bikaranîn ew ê bi rihetî werin dîtin, xwendin û ew ê eşkere be ku etîkat ya kîjan malî ye.
Rêzikname 15 roj şûnda dikeve rewacê.