Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di Mijdara 2020î da li gor heman mehê ya sala 2019an 0,9 puan daket û bû ji sedî 12,9. Di vê heyamê da hejmara bêkaran jî 303 hezar kêm bû û bû 4 milyon û 5 hezar kes.
Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên hêza kar a meha Mijdarê ya 2020î eşkere kir.
Li gor vê li seranserê Tirkiyeyê hejmara kesên bêkar ên temenê wan 15 û jê mezintir in di meha Mijdarê ya 2020î da li gorî heman mehê ya par 303 hezar kêm bû û bû 4 milyon û 5 hezar kes. Di heman heyamê da rêjeya bêkariyê 0,9 puan kêm bû û bû ji sedî 12,9.
Li gor daneyên TUÎKê di heyama 2011-2020î da li gor meh û salan rêjeya bêkariyê ya ji tesîra demsalan nehatiye derxistin wiha ye;