Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di sibatê da li gor mehek berê 0,5 puan kêm bû û bû ji sedî 10,7. Di heman heyamê da hejmara bêkaran jî bû 3 milyon û 579 hezar kes.
Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên daneyên hêza kar a meha sibatê eşkere kir.
Li gor vê, li Tirkiyeyê hejmara kesên bêkar ên ji 15 salî mezintir di sibatê da li gor mehek berê 178 hezar kes kêm bû bû û bû 3 milyon û 579 hezar kesî. Rêjeya bêkariyê jî di heman mehê da 0,5 puan kêm bû û bû ji sedî 10,7.
Li gor daneyên TUÎKê di navbera salên 2018 û 2022yan da li gor mehan rêjeya bêkariyê wiha ne: