Li Vanê ji bo fîrmeyên ku di dema şewbê de bênavber îstihdam kirine spasname hatin dayin. Fîrmeyan, ji bo 4 hezar û 714 kesan kar peyda kiriye.
Di dema şewbê gelek fîrmeyan îstihdama xwe domand. Ligel wê gelekan ji wan zêdetir eleman girtin.
Li Vanê rayedarên îdarî ji bo wan fîrmeyan merasîma xelatdayînê li dar xist. Bi beşdariya walî û nûnerên siyasî yên bajêr 43 fîrmayan spasname girtin.
Di merasîmê de tevî rêvebir û karsazan gelek nûnerên saziyên sivîl jî hebûn.
Belgeyên spasiyê li ser navê SGK’ê hatin dayîn xwediyên fîrmeyan.