Li Wanê 50 fabrîqeyên tekstîlê dê bên avakirin

Li Wanê dê 50 fabrîqeyên tekstîlê bên avakirin û 15 hezar kes jî bên îstixdamkirin

Li Wanê 50 fabrîqeyên tekstîlê dê bên avakirin

Li Wanê xebatên îmarê yên projeya "Herêma Pîşesaziya Organîze ya Tekstîl û Kincên Amade" ku bi destê Ajansa Pêşketina Rojhilatê Anadoluyê (DAKA) va di çarçoveya Bernameya Piştgiriya Seba Navendên Cazîbeyê da hat amadekirin û Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê jî alîkariyê didê, dest pê kirin.

Li Wanê rêjeya tijîbûnê ya Tekstîlkentê ku li ser rêya Wan-Hekariyê li ser 300 donim erdî hat avakirin da ku tevgera aboriyê zêde bike û ji bêkariyê ra bibe çare, gihîşt ji sedî 100.

Li ser vê yekê DAKAyê projeya çêkirina Herêma Pîşesaziya Organîze ya Tekstîlê ku dê li etaba 5emîn a Herêma Pîşesaziya Organîze li ser 100 hektar erdî were çêkirin, pêşkêşî Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê kir.

Wezaretê ji bo projeya ku pesend kir, 16 milyon lire çavkanî şand Wanê.

DAKAya ku xebatên îmarê yên Tekstîlkenta ku dê li ser 100 hektar erdî bê avakirin dan destpêkirin, dê di nava mehekê da pêvajoya îhaleyê temam bike û dê ji bo fîrmayan cih destnîşan bike.

Tê texmînkirin, piştî ku proje temam bû û tekstîlkent ava bû, dê 15 hezar kes bên îstixdamkirin.

Sekreterê Giştî yê DAKAyê Halil Îbrahim Guray ji peyamnêrê AAyê ra got ku wan bersiv da daxwaza veberhênanên ku cih xwestin û wan dest bi amadekirina projeya Herêma Pîşesaziya Organîze ya Tekstîlê kir.

Guray diyar kir ku ji bo vê yekê li Herêma Pîşesaziya Wanê, wan projeya "Herêma Pîşesaziya Organîze ya Tekstîl û Kincên Amade ya Wanê" ya li ser 100 hektar erdî amade kir û herwiha wan, peymana projeyê bi beşdariya Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank îmze kir.

- Ji bo terxankirin cih xebata îmarê tê kirin

Guray bal kişand, çavkaniya ku ji bo projeyê pêwîst e, li ser hesabê wan hat razandin û wan jî pê ra pê ra xebata îmarê da destpêkirin ku piştî temambûna xebatên îmarê, pêvajoya îhaleyê dê were kutakirin û ji bo fîrmayan cih dê were terxankirin.

Herwiha Guray got ku Tekstîlkenta li ser rêya Hekariyê ji sedî 100 tijî bû û li gelek ciyên Tirkiyeyê wekî nimûne tê nîşandan. Guray got ku bi projeya nû va Wan dê li herêmê bibe navenda tekstîlê.

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Gulan 2019, 10:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE