Li Wanê santrala bayê hat avakirin

Bi santrala bayê ji bo 50 hezar avahiyan ê ceyran were hilberîn.

Li Wanê santrala bayê hat avakirin

Li herêmê santrala yekemîn a bayê hat avakirin. Santrala ku li Wanê hat avakirin li Tirkiyê jî li cihê herî bilind e. Santrala ku li Westana Wanê hat avakirin ji 14 turbînên bayê pêk tê. Tê plankirin ku rojê 53,3 megawatt enerjî were bidestxistin.

14 turbînên qirase, li sertarên Kuskunqıranê hatin bicihkirin.

Li herêmê santrala ewil a bayê hat avakirin. Santrala ku li Westana Wanê hat avakirin dest bi hilberîna enerjiyê jî kir.

Di navbera her baskên turbînan de nêzî kîlometreyek heye. Ji turbînan wê rojê nêzî 53 bêhnok 3 megawatt enerjî were bidestxistin.

Midûrê Giştî yê Holdînga FİBA’yê Koray Yilmaz got, ‘’Ji bo avakirina vê derê 50 milyon dolar hat xerckirin. Helbet dewletê jî piştgirî da me. Kapasîteya vê santralê zêdetirî 50 megawatt saet e.’’

Ceyrana ku ji vê santralê were bidestxistin wê têrî 50 hezar avahiyan bike.

Raqima santralê 2 hezar û 900 metre ye û li Tirkiyê santrala bayê ya herî bilind e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE