Li welatê xwe atolyeya tekstîlê vekir

Bi piştgiriyê atolyeya tekstîlê vekir, niha 30 kes li cem dixebite

Li welatê xwe atolyeya tekstîlê vekir

Li Kercosa Batmanê, welatiyekî ji dewletê hîbe stend û atolyeya tekstîlê vekir. Niha di atolyeyê de 30 kes dişixulin.

Sedat Erik ji Kercosa Batmanê ye. Ew bi salan e ku bi karê tekstîlê re mijûl dibe.

Wî beriya vê li Stenbolê karê xwe dikir. Bi saya piştgiriya dewletê hat welatê xwe Kercosê û atolyeya tekstîlê vekir.

Niha li cem wî 30 xebatkar hene. Ji bo gihandina wan jî ji İŞKUR’ê piştgirî xwest. Xebatkarên atolyeyê pêşî perwerde dibin û pişt re jî dixebitin.

Karkerên atolyeyê êdî ne hewce ne biçin xerîbiyê.

Dîroka nûkirinê: 30 Nîsan 2019, 10:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE