Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî diyar kir ku êdî ji bilî cihên firotina bi tenzîmê li maxazeyên zincîr jî tedarika malan bi wasiteya Kooperatîfên Krediya Çandinê va dikin û got ku "Bi tevahî li 16 hezar şûbeyên Mîgros, CarrefourSA, A101, Şok û BÎMê bi şertên firotina tenzîmê ev berhem dê bên firotin."
Pakdemirlî beriya çalakiya "Hevdîtina Cotkaran" a li Odeya Zîreatê ya Salihliyê civîna çapemeniyê li dar xist û got ku di serî da şaredariyên mezin ên Enqere, Stenbol, Bursa, Balikesîr, Samsun, Gazîentab û Trabzonê li tevahiya welêt 110 cihan firotina bi tenzîmê dikin, ji van firotinan di demeke kurt da encam derket û bihayên sebze-meyweyan ji sedî 40-50 daxist.
Pakdemirlî da zanîn ku di mijara firotina bi tenzîm da pêngaveke nû avêtin û wiha axivî:
"Em êdî ji bilî cihên firotina bi tenzîmê li maxazeyên zincîr jî tedarika malan bi wasiteya Kooperatîfên Krediya Çandinê va dikin. Bi tevahî di 16 hezar şûbeyên Mîgros, CarrefourSA, A101, Şok û BÎMê bi şertên firotina tenzîmê ev berhem dê bên firotin. Em bi lez li benda encamê ne. Ev biryareke wisa girîng e ji bo ku bikarhêner bikarin sebze û meyweyên erzan bi dest bixin hatiye avêtin."
- Ji bo zeytûnê mizgîniya prîmê
Wezîr Pakdemirlî wiha axivî: "Wekî ku hûn dizanin di rûnê zeytê da 80 quriş prîma me hebû. Em ê êdî prîmê bidin zeytûna lib jî. Dibe ku reqam di navbera 15 quriş û 25 qurişan da be. Heval hê li serê dixebitin."
AA