"Me sala 2020î di îxracata xwe da bi rekoreke dîrokî derbas kir"

Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcan, "Me sala 2020î di îxracata xwe da bi rekoreke dîrokî derbas kir."

"Me sala 2020î di îxracata xwe da bi rekoreke dîrokî derbas kir"

Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcan, "Me sala 2020î di îxracata xwe da bi rekoreke dîrokî derbas kir."

Pekcan di Civîna Nirxandina Ticareta Derva ya Sala 2020î ya Wezareta Ticaretê da axivî.

Wezîra Ticaretê Pekcanê diyar kir sala 2020î di îxracata xwe da bi rekoreke dîrokî derbas kirine û wiha got, "Di meha Kanûnê da îxracat li gor heman meha 2019an ji sedî 16 zêde bû û bû 17 milyar û 844 milyon dolar. Ev reqama îxracatê ya herî zêde ya hemû zemanan e."

Pekcanê destnîşan kir sala 2020î bi îxracata bi 169,5 milyar dolarî temam kirine û got ku ev serkeftina îxracatkarên me û ya Tirkiyeyê ye.

Ruhsar Pekcanê diyar kir di çarîka dawîn ya ya sala 2020î da bi îxracata bi 51,2 milyar dolarî rekora îxracata heyama çarîkê ya herî bilind bi dest xistine û wiha axivî, "Di sala 2020î da îtxalata me ji sedî 4,3 zêde bû û bû 219,4 milyar dolar. Ji xeynî zêr gava em lê mêze dikin qîmeta îtxalata di sala 2020î da 194,2 milyar dolar e. Ev jî nîşan dide ku di sala 2020î da îtxalata me ji sedî 2,4 kêm bûye."

Wezîra Ticaretê Pekcanê destnîşan kir di sala 2020î da rêjeya ku îxracat û îtxalatê hevseng dike ji sedî 77,3 ye û gava zêr neyê hesibandin jî ji sedî 85,8 e.

Pekcanê got ku di sala 2020î da li gor 44 dewletan me rekor bi dest xistiye ku 3 dewletên ewil Amerîka, Îsral û Koreya Başûr e.

Wezîra Ticaretê Pekcanê diyar kir di sala 2020î da li gor sektoran di îxracatê da me di 29 fasileyan da rekor bi dest xistiye.

Pekcanê got ku di sala 2020î da hejmara fîrmayên ku cara ewil îxracat kirine 18 hezar û 123 ye.

Ruhsar Pekcanê der barê alîkariya ji bona esnaf û karsazan diyar kir ku heta niha hejmara serlêdanên ji bona alîkariyê ji milyonek û 200 hezarî derbas bûye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE