''Me serdemeke xirab li dû xwe hişt"

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak: "Çi di warê reqamên enflasyonê da çi di warê kur û rêjeyên faîzê da me serdemeke xirab li dû xwe hişt"

''Me serdemeke xirab li dû xwe hişt"

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak wiha got, "Tirkiyeyê bi xesareke pir hindik ku dihat çaverêkirin, hem pêvajoya krîtîk a ku li welatên pêşketî rû da û hem jî êrîşên spekulatîf ên dijî xwe, bi serkeftineke mezin li dû xwe hiştin."

Wezîr Albayrak di merasima vebûna "Zîrveya Hedef 2023 Tirkiyeya Mezin" da axaftinek kir û di axaftina xwe da bal kişand ku ser girîngiya wê yekê ku seba organîzasyonê, balafirgeha nû hat hilbijartin.

Albayrak da bibîrxistin ku faza pêşîn a balafirgeha nû dê bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan vebe û herwiha bal kişand ku ev proje, xeberxweşa herî zelal a Tirkiyeya 2013yan e.

Albayrak got ku Tirkiyeya 2013yan, ne xeyalekî afaqî, lêbelê hedefeke rasteqînî û vîzyoner e ku gav bi gav tê pêkanîn.

"Me serdema xirab li dû xwe hişt"

Wezîr Albayrak destnîşan kir ku demeke dirêj e bi destê derdorên melûm projeyên sereke yên Tirkiyeyê bi zanetî hatin reşkirin û wiha dewam kir, "Çi di warê reqamên enflasyonê da çi di warê kur û rêjeyên faîzê da me serdema xirab li dû xwe hişt. Tirkiyeyê bi xesareke pir hindik ku dihat çaverêkirin, hem pêvajoya krîtîk a ku li welatên pêşketî rû da û hem jî êrîşên spekulatîf ên dijî xwe, bi serkeftineke mezin li dû xwe hiştin."

"Qanûna Bazarê dê were rojeva Meclisê"

Wezîr Albayrak der heqê xebatên pêşnumaya qanûna nû ya bazarê da wî wiha got, "Qanûna Bazarê dê di kurtedemekê da were rojeva Meclisê. Bi taybetî ji dawiya hefteyê pê va me dît afîşên ku logoya têkoşînê li ser heye, li gelek mixaze û dikanan cih girtin."

Albayrak bal kişand ku baweriya lîstikvanên kurewî ya der heqê Tirkiyeyê da xurtir dibe û wiha dewam kir, "Me dît di aboriyê da bi taybetî di serdema dawîn da piştî reqamên bazirganiya derva, hevsengî çêbû. Pêbaweriya hilberîner û lîstikvanên kurewî ya ji bo welatê me roj bi roj bihêz dibe û dewam dike."

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Cotmeh 2018, 14:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE