Mehaneyên astengdar, kal û pîran yên meha îlonê wê ji îro pê va bên dayîn

Mehaneyên astengdar, kal û pîran yên meha îlonê wê ji îro pê va bên dayîn

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê daxuyand mehaneyên astengdar, kal û pîran ên meha îlonê wê ji îro pê va li ser hesabê welatiyan bên razandin.

Selçukê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got milyonek û 400 hezar welatî wê ji mehaneya astengdar, kal û pîran a meha îlonê feydeyê bibînin, tevahî ewê 991 milyon lireyî bidin wan.

- Dayîna pereyên xizmeta lênihêrîna li malê sibê wê bên dayîn

Wezîr Selçukê got pereyên xizmeta lênihêrîna li malê sibê wê bên dayîn, 534 hezar welatiyên astengdar wê ji vê sûdê werbigirin, ji bo vê jî 825 milyon lire wê bê dayîn.

Selçukê anî ziman mehaneyên astengdar, kal û pîran wê di navbera 4-9ê îlonê da li ser PTTyê wê bên dayîn, heke daxwaz bê kirin rayedar wê bibin malê wan û teslîmî wan bikin.

Ji bo pereyên xizmeta lênihêrîna li malê jî Selçukê got ewê ji 5ê îlonê pê va bên dayîn.

Wezîr Selçukê got bila mehaneya hemû astengdar, kal û pîran li ser xêrê be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE