Komîsyona tespîtkirina mehaniya kêmtirîn wê di 6ê kanunê de cara ewil bicive û mehaniya kêmtirîn diyar bike. biryar dê di 2019an de têkeve rewacê.
Di civîna komîsyonê de nûnerên karker, karsaz û hikûmetê dê werin ba hev.
Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zümrüt Selçuk dê serokatiya civînê bike.
Di civînê de Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyê wê karkeran temsil bike. Konfederasyona Sendîkayên Karsazan a Tirkiyê jî dê nûnertiya karsazan bike.
Nûnerên karker û karsazan dê daxwaz û nêrînên xwe pêşkêş bikin.
Mehaniya kêmtirîn hêj jî ji bo kakerekî nezewicî wek brût 2 hezar û 29 lîre û 50 qirûş e. Piştî bac û daxistinan jî mehanî wek hezar û 603 lîre û 12 qirûş tê dayîn.