Mehaniya kêmtirîn diyar dibe

7 milyon karker li benda biryara Komîsyonê ne

Mehaniya kêmtirîn diyar dibe

Komîsyona Diyarkirina Mehaniya Kêmtirîn wê sibê civîna xwe ya çaran û dawî bike. 7 milyon kes li benda vê biryarê ne. Piştî civînê rêjeya zemê ya ji bo mehaniya kêmtirîn wê diyar bibe.

Berdevkê Serokomariyê Kalin: di wê meseleyê de dê serokkomarê me jî tiştekî bike. lê qenciya ku wê serokomarê me bike dê bi dilê her kesî be. divê ev qencî wisa bê fehmkirin. xebatên ji bo vê dewam dikin.

Xebatên ji bo diyarkirina mehaniya kêmtirîn dewam dikin.

Karsaz, karker û nûnerên hikûmetê ji bo mehaniya kêmtirîn wê biryara dawî bidin.

Komîsyona Diyarkirina Mehaniya Kêmtirîn roja pêncşemê wê civîna xwe ya çaran û dawî bike.

Piştî wê civînê mehaniya kêmtirîn a 202an jî wê diyar bibe.

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî ZEHRA ZÜMRÜT SELÇUK: “Em jî dixwazin, komîsyona ku dê mehaniya kêmtirîn diyar bike, him li gorî daxwaza xebatkaran him jî li gorî daxwaza karsazan biryarekê bide.”

Her kes li benda mehaniya kêmtirîn e.

TÛÎKê xwest ku mehaniya kêmtirîn bibe 2 hezar û 331 lîre.

Tûrk-Îşê bertek nîşanî vê pêşniyazê da û got; “ji daxwaza me gelek kêm e.”

Tûrk-Îş, Hak-Îş û DÎSK bûn yek; ji bo mehaniya kêmtirîn reqama herî kêm diyar kir.

Sekreterê Perwerdeya Giştî ya TÜRK-İŞ’ê NAZMİ IRGAT: “Em ê bi tenê ji bo pêşniyazên ji 2 hezar û 578 lîreyî zêdetir li ser masayê rûnin û wê binirxînin. Hêj tu reqam negotin. Bila vê yekê bizanin, em ji bo pêşniyazên kêmtir muzakereyê nakin.”

Nûnera karsazan TÎSKê jî behsa hedefa enflasyonê kir.

Sekreterê Giştî yê TİSK’ê AKANSEL KOÇ: ”Divê teqez rewşa ekonomiyê ya li Tirkiyê û şertên reqabetê li ber çavan bigirin û mehaniya kêmtirîn li gorî wê hesab bikin.”

Xebatên ji bo mehaniya kêmtirîn dewam dikin.

Di vê navberê de Serok Recep Tayyip Erdoğan daxuyaniyek da û got; “înşella em ê mizgîniyekê bidin”.

Civîna dawî ya terefan wê di 26ê Kanûnê de bê lidarxistin. Her kes li benda encama wê civînê ye.

Dîroka nûkirinê: 26 Kanûn 2019, 17:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE