Miaşê herî kêm hat eşkerekirin

Di sala 2019an da miaşê herî kêm brut 2 hezar û 558 lire û net jî 2 hezar û 20 lire hat eşkerekirin.

Miaşê herî kêm hat eşkerekirin

Di sala 2019an da miaşê herî kêm brut 2 hezar û 558 lire û net jî 2 hezar û 20 lire hat eşkerekirin.

Bi yekîtiya dengan biryar hat dayîn û ji sedî 26,05 zêde bû 

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zümrüt Selçuk got; ''Ji 1ê Çileyê û pê ve, mehaniya kêmtirîn dê brüt 2 hezar 558 lîre, net jî 2 hezar û 20 lîre be. Bi vî awayî li gorî sala par meaşê kêmtirîn net ji sedî 26,05 zêde bû. Bi vê yekê em li ser soza xwe jî sekinîn ku me bi hev re dest bi mûcadeleya li dijî enfilasyonê kiribû û me gotibû em ê karkerên xwe li hemberî enflasyonê biparêzin. Ev biryar bi awayekî yekîtiya dengan hat stendin. Di dema hikûmetan de 3 caran bi biryara yekitiya dengan mahaniya kêmtirîn hat diyarkirin. Piştî pergala Serokkomariyê jî me mehaniya ewil bi yekitiya dengan diyar kir. Me bi vê da xuyakirin ku heke mesele Tirkiye be divê karsaz û karker dest bidin hev û bi vî awayî tevbigerin. Nîşandayîna vê yekê ji bo me girîng e. Ji bo malbateke 3 zarokî ev reqem dibe 2 hezar û 155 lîre. Ji bo hemû gelê me li ser xêrê be''. 

Dîroka nûkirinê: 25 Kanûn 2018, 16:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE